روهلات للموسيقا ترحب بكم
عزيزي الزائر يرجى التسجيل في المنتدى لكي تستطيع الرد أو إضافة المواضيع و لكي تجد كل جديد في إيميلك الخاص قم بالتسجيل في منتديات شروق الشمس روهلات . (ولكم جزيل الشكر) مع تحيات روهلات للموسيقا
روهلات للموسيقا ترحب بكم
عزيزي الزائر يرجى التسجيل في المنتدى لكي تستطيع الرد أو إضافة المواضيع و لكي تجد كل جديد في إيميلك الخاص قم بالتسجيل في منتديات شروق الشمس روهلات . (ولكم جزيل الشكر) مع تحيات روهلات للموسيقا
روهلات للموسيقا ترحب بكم
هل تريد التفاعل مع هذه المساهمة؟ كل ما عليك هو إنشاء حساب جديد ببضع خطوات أو تسجيل الدخول للمتابعة.
روهلات للموسيقا ترحب بكم

 
الرئيسيةالرئيسية  صفحة روهلاتصفحة روهلات  أحدث الصورأحدث الصور  التسجيلالتسجيل  دخولدخول  

 

 Mizgîn Tahir di albûma xwe ya nû de Mozart bi kurdî stra

اذهب الى الأسفل 
2 مشترك
كاتب الموضوعرسالة
Elromano
مشرف
مشرف
Elromano


عدد المساهمات : 1075
تاريخ التسجيل : 16/01/2010
العمر : 37
الموقع : سوريا - حلب

Mizgîn Tahir di albûma xwe ya nû de Mozart bi kurdî stra Empty
مُساهمةموضوع: Mizgîn Tahir di albûma xwe ya nû de Mozart bi kurdî stra   Mizgîn Tahir di albûma xwe ya nû de Mozart bi kurdî stra Icon_minitimeالإثنين فبراير 15, 2010 5:17 am

Mizgîn Tahir di albûma xwe ya nû de Mozart bi kurdî stra






2010_02_05_h8m44s36.jpg" style="width: 200px;height: 130px" border="0" alt=""/>





STENBOL, 5/2 2010 — Hunermenda operayê Mizgîn Tahir di albûma xwe ya
nû "Lorîka Adîloş" de, ko ji Kom Muzîkê derket, helbestên Cigerxwîn,
Ahmed Arif û Teymûrê Evdikê bi besteyên muzîsyenên navdar Rahmaninov,
Mozart û Verdi re gihandin hev.

Albûma Mizgîn Tahir ko navê xwe ji helbesta Atmed Arif "Adîloş Bebe"
girtiye bi navê "Lorîka Adîloş". Ev berhema ko di warê operaya kurdî de
tiştekî nû ye, bestekarên naskirî yên dinyayê Rahmaninov, Mozart,
Verdi û Puccini digihîne helbestvanên kurd ên wekî Cigerxwin, Ahmed Arif
û Teymûrê Evdikê.

***

Pirs: — Tu di derdoreke çawa de mezin bûyî? Te çawa berê xwe da muzîkê?


Mizgîn Tahir: — Ez li Dirbêsiya başûrê biçûk a Sûriyeyê hatim
dinyayê. Niha li Serê Kaniyê dijîm. Ez ji malbateke hunermendan im. Ji
zaroktiya xwe ve di nav muzîkê de me. Babê min dengbêjekî navdar ê bi
navê Necîmê Omer bû. Ji mala me qet muzîk kêm nedibû. Ez bi stran û
çîrokan mezin bûm. Stran û çîrokên dengbêjan gelek meraq li ba min
çêdikir.

Min stran û çîrokên dengbêjan jiber dikirin. Heta her şev çîrokek ji
min re nehata gotin ez ranedizam. Ligel ko min ew çîrok gelek caran
bihîstibû dîsa min jê hez dikir û dimane bîra min de. Ji ber ko babê min
jî dengbêj bû, ez di nav stranan de mezin bûm. Vê yekê berê min da
muzîkê. Heta min xwendegeha navincî qedandî li bajarê Hesekiyê jiyam.

Pirs: — Te çawa opera nas kir û kengê biryar da ko operayê bêjî?

Mizgîn Tahir: — Stran û destanên ko di zarokiya xwe de min guh
lê dêrî hişt ko ez bala xwe bidime ser operayê. Hunerê operayê
têkildarî destanan û çîrokan e. Opera, helbest e, stran e, çîrok e.
Opera nêzîkî hunera oratoryoyê ye û oratoryo bi xwe bingeha operayê ye.
Min xwest ez di nav muzîka kurdî de gaveke wisa biavêjim. Min xwest ez
stranên kurdî bi operayê bistêrim. Operaya kurdî bikim û vê bi zimanê
dayika xwe ji gelê xwe re bikim.

Pirs: — Her kesê dengxweş dibe ko stranan bêje lê ji bo operayê
perwerdehiyeke zehmet divê. Tu dikarî hinek behsa vê pêvejoya xwe bikî?
Mamosteyên te kî bûn?

Mizgîn Tahir: — Rast e, ji bo hunera operayê perwerdehiyeke
dijwar pêwîst e. Min li paytexta Sûriye Şamê du salan perwerdehiya
muzîkê girt. Ji sala 1998-ê ve min amadekariya konservatuwarê kir.
2000-ê min dest pê kir û 2005-ê jî min konservatuwara muzîkê qedand.
Heft salan min perwerdehiya muzîkê girt. Mamosteyeke min ê
konservatuwarê rûs bû, pê re, gelek mamosteyên alman, îtalyan û fransiz
jî dihatin konservatuwarê. Em bi hev dixebitîn.

Pirs: — Opera ne muzîkeke popûler e. Kurd jî gelek pê nizanin. Gava te
dest pê kir, gelo te qet negot ez ê xerîbiyê bikêşim?

Mizgîn Tahir: — Belê, opera ne muzîkeke popûler e. Opera li
tevahiya dinyayê baş nehatiye fêm kirin. Çimkî teknîka operayê cuda ye;
divê devê te bimîne beş û deng ji qirikê bê. Ji ber vê jî hunermendê
operayê berî ko dest bi strînê bike, jê re notek tê şandin û serhatiya
stranê jê re tête gotin û bi slaytekê nîşanî wî didin. Lê min gelek guhê
xwe neda van tiştan, ez pirtir bi helbestên gelê xwe yên nêzîkî ruhê
xwe ve mijûl bûm. Min ev yek pêk anî. Kom Muzîkê ev projeya me weşand.


Pirs: — Te di albûma xwe helbesta Ahmet Arîf "Adiloş Bebe" jî şîrove
kiriye û te ev wek nav li albûma xwe jî kiriye. Gelo ma rîsk nîn e ko
te helbesteke ew çend naskirî hilbijartiye? Te çawa biryar da ko "Adîloş
Bebe"yê bi operaya kurdî bistrî?

Mizgîn Tahir: — Stran û muzîka xweşik tu carî xwe li tu sînoran
ranagire. Min helbestên Ahmed Arif di sala 1993-ê ji wergera Dildar
Şeko xwendibûn. Ji nav van helbestan bi taybetî yekê gelek bala min
kişandibû, "Adîloş Bebe" û "33 gule". Gava min "Adîloş Bebe" hilbijart
min di muzîka Rahmanînov de ruhê wê dît. Ji ber wê min ew hilbijart.


Pirs: — Di albûma te her wiha helbestên Cegerxwîn jî hene. Ew jî di nav
kurdan de gelek tê nas kirin. Ez sedema hilbijartina te ya vana meraq
dikim?

Mizgîn Tahir: — Albûma ”Lorika Adîloş” ne projeyeke ketober e.
Lê rîsk ji bo hunermend gelek girîng e. Operaya Tsawber flüt a Mozart,
ji bo teknîka operayê gelek zehmet e. Ji ber vê min xwest bi vê teknîkê
bistêrim. Lê min tu helbestên li gorî vê besteyê nedîtin. Min leyîzeke
zarokan a kurd dît ew li vê besteyê dihat. Herdu stranên dîtir jî min
bi Massenet; helbesta Teymûr Evdikê lê anî û Verdî; bi helbesta Şêro
Hindê gelek baniyan. Helbestên Şêro Hindê helbestên nûjen in.

Pirs: — Di albûma xwe ya yekem de te berhemeke baş daye. Gelo Mizgîn
Tahir dê di paşerojê de çi bike?

Mizgîn Tahir: — Ez gelek kefxweş im ko niha "Lorîka Adîloş"
hatiye weşandin û ez çaverê reaksiyonên guhdaran im. Her wiha ez niha bi
Maestro Abdullah Cemal Sagırman, û Mehmûd Berazî re li ser xebatên nû
radiwestim. Di dema bêt de ev dê derkevin pêş.

Pirs: — Bo dawiyê tu dixwazî tiştekî bêjî?

Mizgîn Tahir: — Ez, ji bo ko muzîka kurdî bi pêş bikeve
dixwazim konservatuwareke kurdî bête ava kirin. Ez gelek dixwazim ko di
wê konservatuwarê de beşa operayê jî hebe da ko di muzîka kurdî de em
hin gavan ber bi pêşve bavêjin.

PORTRE / MIZGÎN TAHIR

Mizgîn Tahir li Dirbêsiya Binxetê di malbateke hunerî de hate dinyayê.
Bavê wê dengbêjê bi navê Necîmê Omerî an Necîmê tembûrvan bû û birayê
wê, xwîşka wê stranbêj bû. Lê Mizgînê dixwest muzîkeke ji wan cudatir
çêbike.

Wê operay cara ewil di qenalên televîzyonê de guhdarî kir. Pir bala wê
dikişand. Piştî ko lîse xwend, dixwest biçe konservatuwarê, lê him ji
ber jinîtiyê, hem jî ji ber ko muzîk ne girîng bû mixabin civak ji wê
re pir ne alîkar bû. Wê pêşî li Zanîngeha Şamê di beşa arkeolojiyê de
dixwend. Du an bi şûn de dest jê berda û sala dawî temam nekir. Lê wexta
ko wê dixwend, diçû cem mamosteyeke rûsî bi navê Gelîna. Wê li
konservatuwara muzîkê mamostetî dikir û li ber destê xwe Mizgîn ji bo
konservatuwarê amade kir.

Di 1999-ê de dest bi konservatuwarê kir û xwendina xwe di amûjgeha
mûzîkê ya bilind de, di sala 2004-ê de li Şamê bi dawî kir. Di dengê
opêralî de pênc dengê bingehîn hene: dengê Mizgîn Tahir bi xwe du beşî
ye, soprano lîrîk û soprano dramatîk e. Mizgîn Tahir heta niha li gelek
bajarên mîna Şamê, Silêmaniyê û Amedê konsêr pêşkêş kirine.

XELIL ELROMANO

XELIL66@HOTMAIL.COM
ELROMANO-69@HOTMAIL.COM
الرجوع الى أعلى الصفحة اذهب الى الأسفل
HTTP://elromano.mam9.com
JAN BIRETAN

JAN BIRETAN


عدد المساهمات : 65
تاريخ التسجيل : 20/02/2010
العمر : 30
الموقع : www.rohlatmusic.com

Mizgîn Tahir di albûma xwe ya nû de Mozart bi kurdî stra Empty
مُساهمةموضوع: رد: Mizgîn Tahir di albûma xwe ya nû de Mozart bi kurdî stra   Mizgîn Tahir di albûma xwe ya nû de Mozart bi kurdî stra Icon_minitimeالسبت فبراير 20, 2010 2:58 pm

نشكر مساهمتكم
spas
jan jegarMizgîn Tahir di albûma xwe ya nû de Mozart bi kurdî stra %D8%AD%D8%B1%D9%81%20B
الرجوع الى أعلى الصفحة اذهب الى الأسفل
 
Mizgîn Tahir di albûma xwe ya nû de Mozart bi kurdî stra
الرجوع الى أعلى الصفحة 
صفحة 1 من اصل 1
 مواضيع مماثلة
-
» Mizgin Tahir Hoy Hoy Memo
» MIZGİN TAHİR -- Lorika Adiloş - 2010
» Mizgin Tahir – Lorika Adiloş 2010 FuLL Albüm
» ŞEHİD MIZGİN -- Hebun - 2010
» كليب كوما مزكين Koma Mizgin

صلاحيات هذا المنتدى:لاتستطيع الرد على المواضيع في هذا المنتدى
روهلات للموسيقا ترحب بكم :: ~~~ قسم الفن والفنانين ~~~ :: *** أخبارالفن و الفنانين ***-
انتقل الى: