زائر زائر
| موضوع: Hulya Avşar û Ciwan Haco ê bi kurdî bistirên الثلاثاء يوليو 26, 2011 12:09 pm | |
|
Hulya Avşar, ê di albûma nû de stranekê ligel hunermendê navdar Ciwan Haco bêje. Avşar cara yekê ye ê di albûmekê de bi Kurdî stranekê bêje.. Sala 2008ê Ciwan Haco bûbû mêvanê bernameya Hulya Avşarê û di bername de sohbeteke xweş di navbera wan de derbas bûbû. Kêfa Avşarê gelekî ji dengê Ciwan Haco re hatibû û wê demê jî hewl dabû bi Kurdî biaxife. Avşar, niha xwe amade dike ligel hunermedê navdar Ciwan Haco stranekê bi kurdî bêje. Tê çaverêkirin albûma Ciwan Haco ku Hulya Avşar jî dê stranekê ligel bêje, di rojên pêşiya me de bikeve bazarê. Sala 2009ê rojnameya Milliyetê hevpeyvînek ligel Hulya Avşar kiribû û wê jî derbarê ‘’Vebûna Kurd’’ de nerînên xwe anîbûn ziman. Li ser wan nerînan bi îddîaya ‘’xelkê ber bi kîn, nefret û dijminahiyê de’’ diajo, derbarê Avşar de lêpirsîn hatibû destpêkirin.
Rawan Atti
[/center]
|
|