زائر زائر
| موضوع: اخواننا الكرام اليوم نقدم لكم الحروف الكوردي مع مثال مفصل على كل حرف من الحروف الكردية واتمنى ان تستفيدو من القرآة وان تنال اعجابك واننا في الايام المقبلة سوف نقوم بنزل كل الدروس الكوردية التي يجب ان يستفيد منها اعزائنا القراء ولكل من يريد تعليم اللغة الك الخميس أبريل 05, 2012 2:49 pm | |
| اخواننا الكرام اليوم نقدم لكم الحروف الكوردي مع مثال مفصل على كل حرف من الحروف الكردية واتمنى ان تستفيدو من القرآة وان تنال اعجابك واننا في الايام المقبلة سوف نقوم بنزل كل الدروس الكوردية التي يجب ان يستفيد منها اعزائنا القراء ولكل من يريد تعليم اللغة الك
Av diherike. Av tê vexwarin. Ev piyaleyeke av e. Av di piyaleyê de ye. Ezê avê vexwim. B: Bizin Ev bizinek e. Ew bizineke boz e. Bizin li ser tehtê ye. Bizin şîr dide. Bizin giya dixwe. C: Cawbir Ev cawbirek e. Ew caw dibire. Xwişkê caw bibire. Ezê caw bibirim. Min qeteke caw birî. Ç: Çav Ev çavek e. Ew çavek e. Çav dinêre. Çav ji bo nêrînê ye. Mirov bi çav dibîne. D: Dest Ew du dest in. Destek mezin e. Destek biçûk e. Destê biçûk ê min e. Destê mezin ê te ye. E: Ewr Ev ewr in. Ew ewrên spî ne. Ewr li ezman çêdibin. Ewr baranê dibarînin. Ewr berfê jî dibarînin. Ê: Êzing Êzing darên hişk in. Êzing ji bo şewatê ne. Êzing dişewitin. Êzing agir derdixin. Agir germahiyê dide. F: Firoke Ev firoke ye. Ew firokeyek e. Firoke difire. Ew li ezman difire. Firoke rêwingiyan dibe. G: Gulberoj Ew gulberoj e. Gulberoj dendikan dide. Rengê gulberojê zer e. Dendikên gulberojê reş in. Berê gulberojê li rojê ye. H: Hêlîn Ev hêlînek e. Ew hêlîna çûkan e. Di hêlînê de hêk hene. Hêlîn mala çûkan e. Çûk di hêlînê de dijîn. X: Xox Ev xox in. Ew gelek xox in. Xox tên xwarin. Xox fêkî ye. Xox li ser darê çêdibin. I “ I ” tîpek e. “ I ” tîpeke dengdêr e. “ I ” nayê serê navan. “ I ”tîpa diwazdemîn e. “i” ya biçûk bi xal e. Ev “ i ” ya biçûk e. Î: Îsot Ev îsot in. Îsotek tûj e, yek şêrîn e. Îsotek kesk e, yek sor e. Îsota sor tûj e. Îsot devê mirov dişewitîne. J: Jinemal Ew jinemalek e. Jinemal li malê ye. Jinemal nan dipijîne. Du zarokên Jinê hene. Ew jineke jêhatî ye. K: Kîvroşk Ev kîvroşk e. Ew kîvroşkek e. Ew kîvroşkeke spî ye. Kîvroşk li ser berfê ye. Kîvroşk li bin darê ye. Q: Qeresî Ev qeresî ne. Qeresî fêkî ye. Qeresî tên xwarin. Qeresî di tasê de ne. Rengê qeresiyan sor e. L: Lênûs Ev lênûsek e. Lênûs ji bo nivîsê ye. Pênûs li ser lênûsê ye. Lênûs ji rûpelan pêk tê. Lênûsa min heye. M: Masî Ew masî ne. Masî di avê de dijîn. Masî melevaniyê dikin. Ew pênc masî ne. Masî tên xwarin. N: Neft Neft dişewite. Ev çala neftê ye. Neft di bin erdê de ye. Neft li Kerkukê heye. Ew nefta kurdan e. O: “ O ”, tîpek e. Ev “ O ” ye. “ O ” tîpeke dengdêr e. “ O ” girover e. Ode Ol P: Pênûs Ev pênûsek e. Pênûs ji bo nivîsê ye. Pênûseke min heye. Pênûsa min reş e. Ew pênûseke hibrîn e. R: Rê Ev rê ye. Ew rêya qîr e. Rê ji bo rêveçûnê ye. Ez li ser rê dimeşim. Rê diçe gundê me. S: Sivorî Ev sivoriyek e. Sivorî gozan dixwe. Sivorî li ser darê dijî. Sivorî ajalek e. Sivorî ajaleke rengîn e. Ş: Şûşe Ev şûşe ne. Ew gelek şûşe ne. Ew şûşe, bi qapax in Şûşe rêzkirî ne. Ew şûşeyên derman in. T: Teyr Ew teyr in. Teyr difirin. Baskên teyran hene. Ew gelek teyr in. Teyr li jorê ne. U: Ev tîpa “ U ” ye. “ U ” tîpek e. “ U ” tîpeke dengdêr e. “ U ” nayê serê navan. Ev “ u ” ya biçûk e. “U” dikeve nava peyvan. Û: Ev tîpa “ Û ” ye. “ Û ” tîpeke dengdêr e. “ Û ” nayê serê navan. “ Û ” tîpeke navgîn e. Ev “ û ” ya biçûk e. Kum(^)li serê “û” heye. V: Vekirî Derî vekirî ye. Ez derî vedikim. Tu derî vedikî. Min derî vekir. Te derî vekir. W: Werdek Ev werdek in. Ew sê werdek in. Werdek dimeşin. Werdek dikevin avê jî. Ew ajalên melevan in. Y: Yek Ev hijmara “ 1 ” ê ye. Ew hijmara yekemîn e. Yek, tenê ye. Yek hijmareke kit e. Ez yek kes im. Z: Zebeş Zebeş sewze ye. Ew qetekî zebeşê ye. Zebeş bi dendik e. Zebeş şêrîn e. Zebeş li Amedê çêdibin
|
|